
Di 14ê Nîsanê de li Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê civînek sêalî bi beşdariya Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Vahan Kostanyan, Wezîra Pleşdar a Karûbarên Ewropî ya Wezareta Ewropa û Karên Derve ya Fransayê Bênjamîn Haddad û Cîgirê Wezîra Karên Derve ya Lîtvanyayê Odra Plêpîtê hate lidarxistin. Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê li ser vê yekê daxuyaniyek weşand.
Di civînê de li ser mijarên ferdî yên rojeva dualî ya Ermenistan-Fransa, Ermenistan-Lîtvanyayê, têkoşîna li dijî dezenformasyonê, û her weha hevkariya di çarçoveya rojeva hevkariya stratejîk a Ermenistan-YE de nîqaş hatin kirin. Nûnerên Fransa û Lîtvanyayê piştgiriya xwe ji bo armancên Ewropî yên Ermenistanê ji nû ve piştrast kirin.
Her wiha di hevdîtinan de li ser hejmarek mijarên têkildarî xebata amadekariyê ya ji bo civîna bilind a Civaka Siyasî ya Ewropî ya li Yêrêvanê nîqaş kirin. Hevpeyvînerên Fransî û Lîtvanyayî amadebûna xwe ji bo piştgiriya Ermenistanê di organîzekirina civîna bilind de ji nû ve piştrast kirin.
Di çarçoveya pêşketinên herêmî de, Cîgirê Wezîr Kostanyan pêşketinên erênî yên ku li Başûrê Qefqasyayê di encama peymanên Waşîngtonê de diqewimin, bi îşaret bi pêvajoyên çareseriyê yên Ermenistan-Tirkiye û Ermenistan-Azerbaycanê kir, pêşkêşî hevpeyivînan kir.
Di hevdîtinê de, li ser gelek mijarên di rojeva navneteweyî de raman hatin parvekirin.







