
Ermenistan dikeve qonaxeke bi tevahî nû ya pêşketina aborî, ku bi aştiya damezrandî ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ve girêdayî ye. Serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşînyan ev yek di civînekê de bi karsazên mezin re gotîe.
“Em li bendê ne ku di demek nêzîk de bûyerên mezin çêbibin, ku berî her tiştî bi destpêkirina projeya TRIPP ve girêdayî ne, ku ew girîng e ji ber ku ew ê di dawiyê de Komara Ermenistanê bi tevahî ji dorpêçê derxîne. Lê, di rastiyê de, îro Ermenistanê dorpêç derbas kiriye, ji ber ku hûn dizanin ku veguhestina barhilgir a trênê bo Ermenistanê bi rêya axa Azerbaycanê ve gengaz e û tê kirin, lê ez dixwazim bêjim ku hinardekirin bi rêya trênê jî gengaz e, bê guman, bi rêya axa Gurcistanê, di heman demê de em ê pêşî rêhesinê bi Azerbaycanê re di çarçoveya projeya TRIPP de vekin. Ev pir girîng e û peymana siyasî ew e ku ev rêhesin qet nayê girtin. Bi gotineke din, ew rêyek pêbawer e ji bo hem hawirdekirin û hem jî hinardekirinê,” Serokwezîr gotîe.







