
R’ojê pêþemê û înîyê Mart’a Kosa qastda bi pirsê berfirekirina YA wê Ermnîstanêdave- seva meh’kemkirina hevk’arîya navbera YA û Ermenîstanêda û r’öh’darkirina p’evgirêdana neh’îyê. R’ewanêda qasidê r’astî N. P’aþînyanê serekwezîrê CE bê. Ewê isa jî h’alê neh’îyê, berxwedana Ermenîstanêye dêmokratîyê e’ne’nekin. Kosê isa jî r’astî Mhêr Grîgoryanê dewsgirtîyên serekêwezîrê CE bê. R’oja înîyê Gömirîyêda Kosê qesta îdaraxanê hindava YA-da fînanskirinê bike, k’îjan k’omekê didine wergirtina sosîalîyê, zêdebûna malhebûnîyê û e’frandina cyê xevatê. Her t’enê sala 2024-a berne’mê YA k’omek dane 7000 bîznêsê ermenî zêdetir- bi e’frandina 20.000 cîyê xevatê zêdetir. qasidê qesta isa jî sûka Gömirîyêye t’arîxî bike, k’îjan bi p’erekirina YA tê dasekinandinê, lê isa jî merk’eza t’ezevantîyê, k’îjan warê têxnologîya û dîzaynêlda, k’omkê dide cêr’ibandina cahila. Kosê zanîngeha Þîrakêye dîwanîda bi k’êlmê pêþda bê.







