
Serokê Fransayê Emmanûêl Makron piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ji nû ve piştrast kirîe.
Serokê Fransayê li ser mîkrobloga xwe ya X li ser vê yekê nivîsand û hûrguliyên axaftina xwe ya bi têlefonê ya bi Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyêv re daye.
“Di çarçoveya şêwirmendiyên min ên bi serokên herêmî re, min bi Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyêv re axaftinek kir, ku min piştî êrîşên Îranê piştgirî û hevgirtina xwe ya bi welatê wî re jê re diyar kirîe.
Ez ji Azerbaycanê re jî ji bo alîkariya ku di tehliyekirina welatiyên me de peyda kiriye spasdar im.
Makron nivîsand ku min ev derfet bikar anî da ku piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de û xwesteka me ya berdewamiya diyaloga dualî bi Bakû ra li ser bingehek xurttir ji nû ve piştrast bikim.”







