All NewsTop

Li her derê helwesteke erênî li hember pêvajoyên dawî yên li dora Ermenistanê heye. Alên Sîmonyan

Di dema brifîngekê de, Serokê Meclîsa Neteweyî Alên Sîmonyan li ser bertekên navneteweyî yên li hember pêvajoyên siyasî yên ku di salên dawî de li dora Ermenistanê diqewimin rawestiya û tekez kir ku bi giranî helwesteke erênî li hember wan heye.

Serokê Meclîsa Neteweyî got ku hem li Ewropa û DYA, hem jî li welatên cîran – Tirkiye, Gurcistan, Îran û Azerbaycan – nêzîkatiyeke erênî tê dîtin.

Li gorî Alên Sîmonyan, heta rayedarên Rûsyayê jî tiştên erênî dibêjin, ji ber ku ew ji hêla siyasî ve bêtir agahdar in û rewşê çêtir fam dikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button