
Girtiyên Ermenî yên li Bakuyê nayên destûr kirin ku Încîl werbigirin, heta tatoyên wan ên olî jî hatine şewitandin. Çalakvana mafên mirovan Sîranûş Sahakyan civîneke çapemeniyê de ev yek got.
“Xirîstiyantî di warê helwestê de faktorek e, hejmarek pirsgirêkên têkildarî sembolên olî jî vê yekê nîşanî me didin. Her çend destûr tê dayîn ku hin pirtûk ji girtiyên Ermenî re werin dayîn jî, ne mimkûn e ku Încîl bidin wan, û ev yek ti ravekirinek wê tune.
Ev ji Rûbên Vardanyan re, û her weha ji yên din re jî qedexe bû. Sembolên olî hatin berhevkirin, qedexe bû ku ew bi girtiyan re werin hiştinê, heta tatoyên wan jî hatin şewitandin,” wê gotîe.







