
Parlamentoya Ermenistanê pêşnûmeyasaya kêmkirina dema xizmeta leşkerî bo 1.5 salan bi tevahî qebûl kirîe
Meclisa Neteweyî ya Ermenistanê di xwendina duyemîn de pêşnûmeyasaya li ser kêmkirina dema xizmeta leşkerî ya mecbûrî bi 6 mehan kemkir û qanûnê qebûl kir.
Pêşnûmeyasaya li ser guhertina Qanûna “Li ser Xizmeta Leşkerî û Rewşa Serbaz” ji hêla Wezîrê Parastinê yê Komara Ermenistanê, Sûrên Papîkyan ve di rûniştina Parlamentoyê de hate pêşkêş kirinê.
Bi vî awayî, dema xizmeta leşkerî ya mecbûrî dê ji 1ê Çileya 2026an pê ve li şûna 2 salan bibe 1.5 sal.
Kêmkirina dema xizmetê dê ji bo welatiyên ku ji 1ê Çileya 2026an pê ve di xizmeta leşkerî ya mecbûrî de ne derbasdar nebe.
Pêşnûmeyasaya qanûnê bi 65 dengan erê, 4 dengan li dijî û 20 dengan bêalî hate qebûl kirinê.







