All NewsTop

Parêzvan ê sînor ên Ermenî û Azerbaycanê li hev kirin ku li sektora Kîrantsê bêyî şarjorên li ser tifingên xwe xizmetê bikin

Serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşînyan, digel komek welatiyan, serdana beşa sînor a bi Azerbaycanê re li gundê Kîrantsê yê herêma Tavûşê kirîe.

Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser vê yekê nivîsand û vîdyoyek jî weşandîe.

Serokwezîr destnîşan kir ku armanca hatinê ew e wekî nîşande konsêpa paristina sînorên Ermenistanê, ya ku hikûmeta Ermenistanê qivş kirîe.

Serokwezîr tekez kir ku rewabûn jî şertek girîng e ji bo misogerkirina ewlehiyê.

Serokwezîr got, “Di sala 2022an de, me bi xwe yekem car yekparçeyiya axa Ermenistanê nas kir. Dema ku pêvajoya diyarkirina sînoran pêk dihat, gelek kesan digotin ku gundê Kîrants wê vala bibe, ku dibistana Kîrants tenê 50 metre ji sînor dûr e, û digotin ku ewlehiya zarokan nayê xaykirinê. Ew salek e li dibistanê dersê didin, û salek e, ne tenê bi dibistanê ve girêdayî ye, lê di heman demê de bi gundê Kîrants ve jî, ti qezî çênebûye.”

Nîkol Paşînyan her wiha ragihand ku cerdevanên sînor ên Ermenistan û Azerbaycanê yên ku li herêmê xizmet dikin, razî bûne ku xizmeta xwe bêyî şarjorên li ser tifing, qumê hesin û zirxên xwe bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button