
Di civîna Konseya Hevkariyê ya li Brukselê de, Ermenistan û Yekîtiya Ewropayê rojeveke stratejîk a nû ji bo hevkariyê qebûl kirin. Belge pêşbînî dike ku têkiliyên siyasî û aborî kûrtir bibin, û her weha bernameyên nû werin destpêkirin.
Yekîtiya Ewropayê piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê û hewldanên paqijkirina mayînan di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ji nû ve piştrast kir. Aliyan girîngiya berfirehkirina têkiliyên herêmî û destpêşxeriya “Xaçerêya Aştiyê” ya Ermenistanê destnîşan kirin.
Beşdariya Ermenistanê di mîsyonên rêveberiya krîzê yên Yekîtiya Ewropayê de jî hat nîqaşkirin, û her weha pêşketinên di pêvajoya rêwîtiya bê vîze de. Yekîtiya Ewropayê destnîşan kir ku Plana Çalakiyê ya Lîberalîzasyona Vîzeyê ji Ermenistanê re hatiye şandin.
Her du aliyan girîngiya mafên mirovan, serweriya hiqûqê û reformên demokratîk tekez kirin. Veberhênan, ewlehiya enerjiyê, bazirganî û derfetên ji bo cûrbecûrkirina hinardekirina Ermenistanê hatin nîqaşkirin.
Di civînê de Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan, Nûnera Bilind a Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaia Kalas û Komîsera Berfirehkirinê Marta Kos beşdar bûn.







