
Yekem Lûtkeya Bilind a Ermenistan-Yekîtiya Ewropayê dê di 5ê Gulana 2026an de li Yêrêvanê were lidarxistin. Wezareta Karên Derve ji Armenpressê re ragihand ku berpirsên payebilind ên Yekîtiya Ewropayê, Serokê Konseya Ewropayê Antonîo Kosta û Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Lêyêên, dê ji bo beşdarbûna li lûtkeyê werin Ermenistanê.
Di civîneke çapemeniyê de ku di 2ê Kanûnê de li Brukselê hate lidarxistin, Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan hêviya xwe anî ziman ku Nûnera Bilind a Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya YEyê Kaia Kalas û Komîsera Berfirehkirinê ya YEyê Marta Kos wekî beşek ji lûtkeyê li Yêrêvanê bibîne.







