
Arayîk Harût’yûnyanê serk’arê fermandarîya serekwezîr, sedrê þêwra bi pirsê miletê kêmjimar qesta misk’enê kêmjimarê merza Araratêye miletîyê kirîye, r’astî binelîya hatîye, berne’mê meþêda û mîaserbûyîr’a bûye nas. Çawa ij fermandarîya serekwezîrê CE “Armênprês” dane pêh’esandinê, h’etanî r’asthatina t’ev binelîya, bi serk’arîya Arayîk Harût’yûnyan fermandarîya marzpêtê Araratêda þêwirdarî qewimîye, wexta k’îjanê Sêdrak T’êvoyanê marzpêtê Araratê derheqa berne’mê mîaserbûyî û meþêda hûrgilî t’emsîlkirine. Goveka serdanêda Arayîk Harût’yûnyan r’astî binelîyê misk’enê Vêrîn Dvînê, Dîmîtrovê, R’ançparê, G’ûkasavanê hatîye, binxetkirîye, wekî exterî û lazmayê miletê kêmjimare xwendinê, ayîna dîn, medenyetî miqîm merk’eza göhdarîya H’ökömetêdanin û meremê serdanê ne kö t’enkê ewe, wekî berne’mê mîaserbûyîr’a bivne nas, lê isa jî cîda h’eyecanbûn û pirsgirêkar’a bivne nas, nav-nîþannivîsarkin. Serk’arê frmanlarîya serekwezîr isa jî cava pirsê hindava binelîyada bilindbûyî daye û sipartinê angor dane.







