
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan serokkomarên yekem, duyem û sêyem ên Ermenistanê vexwendiye da ku reformên ku di salên dawî de di artêşê de hatine kirin bibînin.
Li gorî Armenpressê, Serokwezîr li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye: “Baş e, hûn nayên ku nîqaş bikin, hûn nayên. Bila ez destkeftiyên artêşê di warê çek û alavan de di salên dawî de, xebatên endezyariyê yên hatine kirin, mûçeyên leşkeran nîşanî we bidim.”







