
R’ûsîf H’öseynovê pisporê adrbêcanî difikire, wekî fermana 8-ê meha t’ebaxê navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda qolbûyî cava pirsê h’öcetêye navbera alîyada dide. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- nav qisa t’ev r’ojne’mevana R’ûsîf H’öseynovê serwêrê merk’eza ser navê T’opçûbaþove þirovekirinêda, ê kö R’ewanêda t’ev h’emcivata merkeza “Orbêlî”-ye t’eþkîlkirîdive, paþda veger’ya ser isa jî e’lametîya Îlham E’lîêvê sedrê Adrbêcanê, wekî “xerîtê serê 20-salîya ûr’isîye qeyserîyê safî didine k’ivþê, wekî bawerbike t’emamîya navê t’opraxa Ermenîstanêye îroda bi e’eslê adrbêcanîne”. Bi paþdaveger’andina ser pirsê, k’a e’lmetîyê heman gelo normalkirina eleqeta nat’er’ibînin û p’êxemê pêvajoya e’dlayê naxin?, xebîrê adrbêcanî careke dinê fermana 8-ê meha t’ebaxê Waþîngt’onêla qolbûyî anî ort’ê. “Wê t’emesûkêda ew niqitk safî meh’kemnivîsîsye, angorî k’îjanê- alî gere qedrê t’omerîbûna t’opraxa hevdö û net’er’ibandina sînor bigrin”,- xebîrê adrbêcanî da k’ivþê.







