
“T’ö sivderek t’ine. T’RÎP’P’- “R’iya T’ramp’ boy e’dlayî û gölvedana ort’emldetîyê” heye. T’emamîya nîþanê xweh’ökömî û heqzorya meye miletîyê ser binxeleqê cîwarbiûyî p’ara wê r’êda hindava Adrbêcanê û Wîlayet’ê Yekbûyîda têne naskirinê”,- derheqa vê yekêda nav pirsqisê, k’îjan daye DV- Ararat Mîrzoyanê wezîrê Ermenîstanêyî K’D e’lamkirîye. “Isa wekî, ser e’rdê me t’ö sivdereke meye t’opraxê dere t’amkirinê t’ine. Ferze isa jî bizanvin: em derheqa ne kö t’enê vê r’iya derbazbûnê, lê isa jî derheqa p’evgirêdana p’ara Adrbêcanêye r’eþaya dê t’ev Cimhöryeta Naxîcêvanêye Avtonomda xeverdidin. Hevr’aqayîlne’me bêh’esarkirina t’emamîya p’evgirêdanê transportîyê û bêh’esarkirinêye navbera herdö welatada têr’a divîne. Bi vî cûreyî emê bikarvin t’opraxê hevdöva her’in-bên. Serwêrîkirin hindava konsorsûma ermenî-Amêrîkaêda gere mîaserve. Ew, hilbet, dikare seva bergirtina xizmetk’arîya binp’odretçîya k’irêke. Û ew hevaltî gere bi hevr’aqayîlîya döalî bêne bijartinê”,- Ararat Mîrzoyan gotîye. Bi gotna Ararat Mîrzoyan hevaltîya potênsîale hatina bijartinê gere hindava Ermenîstanê û WAY-da bê erêkirinê. “Em seva hevk’arîyê vekirîne- t’ev welatê p’ir’hejmar. Ez kesî dûrî aqila h’esavnakim, lê hene hine welat, e’rzê k’îjana dikarin bêne nanakirinê”,- ewî daye k’ivþê.







