
Bi e’lamkirina derheqa xilazbûna þer’ê Gazayê û paþdavegerandina dîlê israîlîda- Donald T’ramp’ê sedir derheqa “xilazbûna dewra tirsk’arîyê û mirinê û destpêbûna bawerîyê, gömanê û Xwedêda” e’lamkir”,- e’lametîya asamblêa ermenîyê Amêrîkayêda hatîye gotinê. Donald T’ramp’ê sedrê WAY isa jî göhdarîya xwe ser safîkirina miqabilîhevbûnê we’dedirêje welatê din, nav wê hejmarê- navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda zûrkirîye. T’ramp’ê sedir soz daye pirsa aza berdana dîla t’ev sedrê Adrbêcanê e’ne’neke. Nav qisa t’ev serekwezîrê Ermenîstanê T’ramp’ ew delîl daye k’ivþê, wekî Bek’û dîlê ermenîya xweydike: “Yanî- we got, wekî 23 xaçp’arêz hene, k’îjan weyê bxwesta aza berdayî bivînin, isa nîne? 23-êne, ne? Çimkî ezê hîvî wî bikim wê yekê bike. Ez difikirim- ewê wê yekê seva min jî bike”. “Em li T’ramp’ê sedir dikine biangî bêe’glekirirn aza berdana dîlê ermenîyê xaçp’arêze Bek’ûyêda xweykirinê ewleke, çawa ewî da k’ivþê, wekî wê yekê dikare serfinyaz bike- bi azakirina dîlê Gazayêda hindava Hemasêda xweykirinê,- Oskar T’at’osyan û T’alîn Yakûbyanê h’emsedrê asamblêa Amêrîkaêye ermenî e’lamkirye.







