
“Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di rewşa êrîşkariya li dijî Ermenistanê de li dijî Azerbaycanê cezayan pêşniyar dike”
Kongresmanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Darrêll Îssa û Gas Bîlîraks pêşnûmeyek pêşkêş kirin ku dê di rewşa êrîşên nû yên li ser Ermenistanê da li alîê Azerbaycanêva cezayan peyda bike.
Pêşnûme serweriya Ermenistanê û destpêşxeriyên aştiyê yên Serokwezîr Paşînyan diparêze.
Ceza cemidandina mal û milkên rayedarên Azerbaycanê, qedexeyên vîzeyê û sînorkirinên darayî yên li ser bankayên ku piştgiriyê didin peymanên petrola Azerbaycanê vedihewîne.
Belge 7 sal in di meriyetê de ye û ji bo alîkariya mirovî derbas nabe. Niha di qonaxên destpêkê yên nîqaşê de li Kongreyê ye.







