
Komîteya Neteweyî ya Ermeniyan a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (ANCA) pabendbûna rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Tramp a ji bo piştgiriya vegera penaberan ji Artsaxê, berdana dîlên şer ên Ermenî û parastina cihên pîroz ên Xiristiyanên Ermenî pêşwazî kirîe.
Li gorî ANCAyê, Nûnerê Wezareta Derve Papl Gûalîano di nameyekê de ku bi dîroka 25ê Îlona 2025an hatiye nivîsandin, destnîşan kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Erîvan û Bakuyê teşwîq dike ku vegera ewle ya Ermeniyên etnîkî ji Karabaxê misoger bikin. Wî her wiha ragihand ku karmendên balyozxaneya Amerîkayê li Bakûyê darizandinên dîlên şer ên Ermenî dişopînin.
Di nameyê de tekez kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bang li Azerbaycanê dike ku mîrata çandî ya Ermenî li Karabaxê biparêze.
Rêvebirê Giştî yê ANCAyê Aram Hambaryan diyar kir ku rêxistin dê bi Kongreyê û rêxistinên hevkar re bixebite da ku van pabendbûnan veguherîne gavên pratîkî.
Gere were zanîn ku 23 dîlên Ermenî niha li girtîgehên Bakuyê têne girtin, ku hin ji wan berê cezayê girtîgehê yê demdirêj li wan hatiye birîn, dema ku darizandinên yên din jî berdewam dikin.







