All NewsTop

Hevkariya parastinê bi Ermenistanê re pêşketiye: Balyozê Îranê

Hevkariya parastinê bi Ermenistanê re pêşketiye. Li gorî Armenpressê, Balyozê Îranê li Ermenistanê Mlhdî Sobhanî ev yek di civîneke çapemeniyê de ragihandîe.

Li gorî balyozê, armanca hevkariyê xurtkirina şiyanên parastinê yên Ermenistanê û misogerkirina aramiya li herêmê ye.

“Par, Wezîrê Parastinê yê Ermenistanê serdana Îranê kirîe, û îsal, Wezîrê Parastinê yê Îranê piştî navbereke 17 salan serdana Ermenistanê kirîe, ku tê vê wateyê ku hevkariya parastinê ya Ermenistan-Îranê pêşketiye.

Hevkariya parastinê bi Ermenistanê re ne li dijî ti welatekî din e. Ew ji bo xurtkirina şiyanên Ermenistanê ye da ku ew bikaribe xwe biparêze. Ew tenê ji bo xurtkirina aramiya li herêmê ye. Ev vîzyonek zelal û hêsan e,” balyozê tekez kirîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button