
Di Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê de ku li Lîtvanyê hate lidarxistinê, tîma rojnamevanên Ermenistanê di fînalê de tîma Ûkraynayê bi 2:0 têk bir û bû yekem şampiyonê Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê.
Di hevpeyvînekê de bi Factor.am re, Davîd Alavêrdyan, sernivîskarê Mêdîamax û kaptanê tîma rojnamevanên Ermenistanê, got ku 14 tîm beşdar bûn, di nav wan de yên ji Gurcistan û Azerbaycanê jî hebûn. Her du tîm jî di çaryekfînalê de winda kirin.
Tîma Ûkraynayê di rêza duyemîn de, tîma Lîtvanyayê jî di rêza sêyemîn de cih girt.








