
Sedrê Qazaxistanê e’lamkirîye, wekî pêþer’oja nêzîkda r’asthatinê wî t’ev serk’arê Ermenîstanê û Adrbêcanê wê hevin. Bi gilîyê Qasim-Jomart Tokaêv ewê bêne vexwendinê li Astanayê.
Sedir binxetkirîye, wekî ew hevsûbûn seva meh’kemkirina p’evgirêdanê sîasîêye dereke û hevk’arîya neh’îyê ferzin. Bi gilîyê Tokaêv- e’dlaya xirav diha baþe, ne kö “h’öceta baþ”. A lema Qazaxistanê Waþîngt’onêda qolkirinafermana derheqa e’dlayêdaye navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda, lê isa jî encamê serecivata ûr’is-Amêrîkaêye Alyaskaêda silavkirîye. Sedrê Qazaxistanê daye k’ivþê, wekî r’asthatinê isa jî t’ev serk’arê cêrge welatê Asîaê û Avropayê têr’adîtîne. Lê xilazîya salê serdan li Ûr’isêtê û Ûzbêkstanê têne têr’adîtinê.







