
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê piştgiriyê bide berdana 23 girtiyên Ermenî yên ku li girtîgehên Azerbaycanê girtî ne. Li gorî “Armenpress”, Donald Trump ev yek di hevdîtinekê de bi Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan re li Qesra Spî ragihand. “Ma hûn behsa 23 Xiristiyanan dikin? Ez ê jê bipirsim (ed. dibe ku behsa Serokkomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev dike) ku vê yekê bike.
Ez difikirim ku ew ê ji bo min bikin. Ev girîng e, ne wisa?” Trump got.
Divê were bibîranîn ku di civîneke çapemeniyê de li Waşîngtonê, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan got ku ew di hemî civînan de mijara girtiyên Ermenî yên ku li Azerbaycanê girtî ne di asta herî bilind de tîne ziman. Divê were zanîn ku Azerbaycan bi fermî hebûna 23 girtiyên Ermenî yên di destê xwe de piştrast dike.







