
Mîsyona Çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê li Ermenistanê li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê 6000emîn dewriyeya xwe ya sînorî li dar xistîe.
Li gorî Armenpressê, mîsyonê ev yek di postek li ser mîkrobloga X de destnîşan kir.
Di posta mîsyonê de hat gotin, “Mîsyona Çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê bi temamkirina 6,000emîn dewriyeya xwe gihîştiye qonaxek girîng. Ev destkeftî pabendbûna me ya berdewam û bênavber a ji bo aştî û aramiya li herêmê nîşan dide. Em bi tundî pabend in ku bi civakên herêmî yên li Ermenistanê re bixebitin.”







