
Şahbazê ermenî Levon Aronian, ku di bin ala DYAyê de dilîze, di fînala tûrnûvaya şetrana bilez a “Freestyle Chess Grand Slam Tour” Fîsçr da bûye serketîyê tûrnûvayê.
Li gorî “Armenpress”, ev ji hêla chess.com ve hatî ragihandin.
Aronîan ji bo serketina tûrnûvayê 200 hezar dolar wergirt.
Piştî serketina tûrnûvayê, Lêvon Aronyan li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand. “Ez pir kêfxweş im ku “Freestyle Chess Grand Slam Las Vegas” qezenc dikim.
Dem dema pîrozbahiyê ye. “Ez spasiya malbat, heval û alîgirên xwe dikim. Her tim li pêş im,” Aronyan nivîsandîe.







