
Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi boneya cejna neteweyî peyamek pîrozbahiyê ji Serokkomarê Arjantînê Xavîêr Mîllêy re şand, ku bi taybetî wiha dibêje:
“Ez bi germî Roja Neteweyî ya Komara Arjantînê li we pîroz dikim, aştî û serfiraziyê dixwazim.
Ez piştrast im ku têkiliyên di navbera Ermenistan û Arjantînê de, ku li ser bingeha dostaniya xurt û nirxên hevpar in, dê ji bo berjewendiya gelên me pêşve biçin û xurt bibin.
Ez piştrast im ku hevkariya piralî ya damezrandî dê di pêşerojê de bêtir berfireh bibe, û bibe alîkar ji bo serfirazî û pêşketina welatên me.
Ez kêfxweş im ku radigihînim ku Foruma Karsaziyê ya Ermenistan-Arjantînê dê ji 29ê Îlonê heta 3yê Cotmehê li Yêrêvanê were lidarxistin. Bi sûdwergirtina ji vê derfetê, ez xwedî rûmet im ku vexwendina xwe ya serdana Ermenistanê di dema forûmê de an jî di demên din ên guncaw de ji bo we dubare bikim.
Ez piştrast im ku serdana we ya Ermenistanê dê bibe derfetek baş ji bo tomar kirina destkeftiyên hevbeş ên welatên me di warên siyasî, aborî, çandî û yên din de û ji bo diyarkirina rojevek hê bêtire.







