
Vê meha xilazîyêda 210 barbira zêdetir bi konyaka ermenî barbûyî sînorê görc-ûr’isa derbazbûne. Ij meha sala 2025-aye îlonê Ermenîstanêda laboratorîya îmt’îhankirina konyakêye îzotopîyê wê e’melbike. Niha p’êþezanê ermenî cem p’êþezanê ûr’isa vehazirdivin, ê kö mexsûs bi wî meremî li Ermenîstanê qesdîne. Diha zû me e’lamkiribû, wekî deranînçîyê konyka ermenî r’adestkirinêva girêdayî ser sînorê görc-ûr’isa di pirsgirêka qelibîne, seva safîkirina pirsê Gêvorg Papoyanê wezîrê CE-yî ÿkonomîkayê çûye T’ilbîsê, k’îderê r’astî hevalk’arê görc hatîye. “Pirsa derbazkirina konyakê hila hê t’am safînebûye, lê têmpê derbazbûna sînorê görc-ûr’isa lezk’etine. Ij serwêrtîyê dane k’ivþê, wekî meha t’ebaxê sirîya hazirkirina p’êþezanê ermenîye döda Moskvaykêda wê bê derbazkirinê. Axirîyê meha îlonê R’ewanêda dikare idî laboratorîya îzotopîyêye þexsî veve. Barbirê ermenî ij weldêt bi t’emesûkê angor wê derk’evin, lazmaya alîyê görcaye t’amkairinê wê t’ineve.







