
N. P’aþînyanê serekwezîr R’azmîg Hovakîmyanê h’emh’îmdarê hevaltîya “Fîrêbrîd”-ê û serwêrê îcrakirinê, R’êv Lêbarêdyanê dewsgirtîyê sedrê hevaltîya “NVÎDÎA”-ê û Alêk’sandr Êsayanê h’emh’îmdarê hevaltîya “T’îm t’êlêk’om Armênîa”-ê û sedrê þêwra sedra qebûlkirîye. Derheqa vê yekêda ij fermandarîya serekwezîr e’lamdikin. Qiseçîya pirsê derheqa mîaserkirina t’ivdîra Ermenîstanêda e’frandina merk’eza h’iþê nee’slîye gire salixada e’ne’nekirine. Berne’ma r’ik’inkirina weke 500 mîlîon dram tê qîmetkirinê. Serekwezîr mîaserkirina t’ivdîrê ferzkirîye û alîk’arîya h’ökömeta CE binxetkirîye. N. P’aþînyan daye k’ivþê, wekî ewê qewata t’eze bide û nav þöxölê ewlekirina pêþdabirin û pêþdaçûyîna warê têxnologîyê Ermenîstanêda t’esîra cehwerî wê bihêle. R’azmîg Hovakîmyan seva alîk’arîya li berne’ma hökömeta CE r’azîbûn e’lamkirîye û derheqa gav û berne’mê pêþberda hûrgilî t’emsîlkirine. Ç’e’vnihêr’îne, wekî goveka t’ivdîrêda h’ezara “NVÎDÎA Blêk’wêl CîP’îYû”-ê wê cîwarvin, binxeleqa bi zoraya 100 mêgavatta zêdetir wê pêkbê.







