
Xizmetk’arîyê Amêrîkaêye ce’sûsîê, bere’k’s e’lametîyê derge-dîwanê Israîlê û Donald T’ramp’ê sedrê WAY, xitimkirine, wekî Îran nace’dîne sîleh’a atomîyê bie’frîne, SNN e’lamdlike- bi kirina hinartinê li çar ç’e’vkanîya. Israîlê 13-ê meha h’ezîranê miqabilî Îranê destbi e’melê e’skerîyê kir- bi wê me’nîyê, wekî T’êhran nêzîkî e’frandina sîleh’a atomîyêye. SîBîŸs-ê e’lamkirîye, wekî qewlî T’ramp’va, Îran ”ze’f nêzîke”, wekîm sîleh’a wêye atomîyê heve. “Îran ne kö t’enê bi aktîvî bi t’erefê e’frandina sîleh’a atomîyê naxevte, lê ij mecalê deranîna wê û gîhandina li hedefa xweye bijartî sê sala dûre”,- SNN qîmetê çqe’vkanîya tîne ort’ê. Angorî ç’e’vkanîyê p’êla dûrdîtinokê- xevatçîyê ce’sûsîya Amêrîkayê difikirin, wekî nav e’melê e’skerîyêye çend r’oja Israîlê karibûye her t’enê bi çend meha pêþdabirina berne’ma Îranêye atomîyê hêdîke.







