
Medenyet û aspêjxana miletê Ermenîstanêye kêmjimar cîkîda: ÿla merza Kotayk’êye Erznîêda 14-ê meha h’ezîranê e’yda bi navê “P’ir’cûr’etîya te’ma û xêrxwezîya cime’ta”-ye ermenî û miletê kêmjimare medenyetî, aspêjxanê t’eþkîldive. Mêxak Aprêsyanê sedrê fêdêrasîya tûrîzmêye ermnî da k’ivþê, wekî ew cara pêþin tê derbazkirinê û merem heye bikne ya e’detî “Cîyê derbazkirina e’ydê r’astgele bijartî nîne, çend t’efsîlat hatne h’esavhildanê. Erznî e’wil ÿle, k’îjan miletekî kêmjimar t’emsîldike, gilî derheqa mexînadaye. T’efsîleta dinê wê yekêva girêdayîye, wekî merzê dinêda e’yd têne derbazkirinê, lê Kotayk’êda- na. Wexta e’ydê medenyeta ermenî û miletê kêmjimar wê bê t’emsîlkirinê- nav wê hejmarê- sazbendî, k’ilam û r’eqas. Miþterî dikarin lezetê te’metîskê ermenî û miletê kêmjimare e’detî bivînin. Encomana p’êþek’arîyê jî xörekê t’emsîlbûyî wê qîmtke, lê xilazîya r’ojê navqeydê “Te’mê herî baþ”, “Sifetê herîbaþ”, “Fikra herebaþ”, “Alt’indara bêh’ed” wê bêne e’lamkirinê. P’arê baþqeda eþîyayê sine’tk’arîyê, þöxölê h’önera miletîyê wê t’emsîlvin. Goveka e’ydêye medenyetîda jî sazbendî, k’ilam, miqamê e’detî û h’emzemanî wê hevin. Seva miþterîya isa jî lîstik û lecê bêne t’eþkîlkirinê.







