All NewsTop

Wezîr: Avakirina xetên voltaja bilind ên Îran-Ermenistanê ji sedî 80 qediya ye

Nûjenkirina tevahî ya îstasyonên voltaja bilind ên 220 kV yên “Zovûnî”, “Ararat-2” û “Şînûhaîr” di qonaxa dawî de ye. Ev ji hêla Wezîrê Rêveberiya Herêmî û Binesaziyê Davîd Xûdatyan ve hate ragihandin ê.

Wekî din, wekî ku wezîr destnîşan kir, ew berê bi dabînkirina elektrîkê ve hatine girêdan û bi tevahî dixebitin. Û avakirina xeta elektrîkê ya jorîn a 400 kV û îstasyona elektrîkê ya Îran-Ermenistanê di qonaxa çalak de ye. Wezîr piştrast kir ku “Gere bê gotin ku nêzîkî ji sedî 80ê xebatê berê qediya ye.”

Wî her wiha li ser temambûna avakirina îstasyona fotovoltaîk a rojê ya “Masrîk-1” rapor da. “Kapasîteya îstasyonê 55 megawat e. Ew ji bo armancên ceribandinê berê bi torê ve hatiye girêdan,” Davîd Xûdatyan bi dawî kirîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button