
Derheqa vê yekêda A. Mîrzoyanê wezîrê CE-yî K’D gotîye. Ewî anîye bîr, wekî Ermenîstanê sala 2024-a sefaret Ûrûgvayêda vekirîye, nivîsarxanê sîasîyê Sêrbîayê û Lyûk’sêmbûrgêda vekirîye, îsal idî heye qirar derheqa vekirina sefaretê Sölt’anîya Omanêda, seva mîaserkirina k’îjanê ij wezareta CE-ye fînansa ç’e’vnihêr’î mecalê fînansîyêye zêdene. Vê gavê vekirina sefaretê Qhibrisêda meþêdaye. Mîrzoyan serda zêdekir, wekî bi h’alê vê gavê eleqetê Ermenîstanêye sîasîyê t’ev 184 dewleta hene.







