All NewsTop

Robêrt Ghûkasyan di konferansa Ermenistan-Fransê da gotîe: Tenê li herêma Syunikê xebateke bi qîmeta 1 milyar dolarî tê kirinê

Bi piştgiriya aliyê Fransî, li Syûnîkê gelek xebat hatine kirin, boriyên avdanî û ava vexwarinê hatine çêkirin, veberhênanên mezin di sektora tenduristiyê de hatine kirin. Di çarçoveya fînansekirina projeyan de, Hikûmeta Fransî piştgiriyê dide Ermenistanê, lê ji aliyê din ve, Ermenistan bi rêbazên cûrbecûr hejmareke bêhempa ya xebatan fînanse dike. Ev yek ji aliyê Waliyê Syûnîkê Robêrt Ghûkasyan ve di dema 5emîn Foruma Hevkariya Ermenistan-Fransê de hatîe gotinê.

“Tenê li herêma Syunikê, xebateke bi qîmeta 1 milyar dolarî tê kirin. Ev pir girîng e. Ez dixwazim destnîşan bikim ku niha, li herêma Syûnîkê ewqas dibistan di carekê de tên çêkirin ku di dema Yekîtiya Sovyêtê de jî tunebûn. Xebatên çêkirina rêyan ên ewqas mezin tên kirin ku ez nikarim xeyal bikim ka kengî ewqas xebat hatiye kirinnê.

Bi gotineke din, fînansekirin gere pêkanîna raman û bernameyên ku gere di çarçoveya hevkariya nenavendî de werin afirandin misoger bike, lê em tiştê herî girîng ji bîr dikin, civakên me jî budçeyên wan hene û gelek bernameyan pêk tînin,” wî got û hêvî kir ku di hemî rewşên ku tenê fînansekirin kêm e, pirsgirêk dê bi hewldanên hevbeş were çareser kirin ê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button