All NewsTop

Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê Konferansa Navneteweyî ya Duyemîn “Diyaloga Yêrêvanê” li dar derbaz bike

Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê 2yemîn Konferansa Navneteweyî ya “Diyaloga Yêrêvanê” li dar dixe.

Li gorî “Armenpress”, Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê derbarê vê yekê de daxuyaniyek da.

“Em bi kêfxweşî radigihînin ku Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenistanê 2-emîn Konferansa Navneteweyî ya “Diyaloga Yêrêvanê” li dar dixe.

Îsal, nîqaş dê bi mijara “Navîgasyon di nav nenas de” werin lidarxistin. Di diyalogê de dê li ser meylên jeopolîtîk ên cîhanî yên nû, dijwarî û perspektîfên ji bo aştî û ewlehiyê, nakokî û nezelaliyên aborî yên zêde dibin, û her weha mijarên têkildarî hevkariya herêmî, di nav de feydeyên ku bi rêya girêdan û bazirganiya berfireh têne peyda kirin, nîqaş werin kirin.

Nîqaşên mijarî dê van waran di nav xwe de bigirin: meylên jeopolîtîk ên cîhanî, pirsgirêkên aştî û ewlehiyê, meylên li YE û cîranên wê, ragihandin. bazirganî û veguhastin, siyaseta zekaya sûnî, pêşkeftina kesk.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button