
K’itêvxavna Ermenîstanêye miletîyêda civata dör’ojêye ö’lmîye bi navê «Fransîa- Ermenîstan: cotxeverdana t’arîxî û medenyetî” destpêbûye, k’îjan govekê t’edbîrê cotmeha frankofonîaêye CE-da tê derbazkirinê. Bi t’ehwîlkirina miqaledarê “Armênprês”-ê- goveka kêrêda Anna Çûlyana serwêra k’itêvxana Ermenîstanêye miletîyê û Jîl Pêkûyê sedrê k’itêvxana Fransîaêye miletîyê bîrne’ma hevdöserwextbûnê û hevk’arîyê qolkirîye. Janna Andrêasyana wezîr XÖ’MS, bi silavkirina t’evbûya, tênivîsî, wekî eleqetê ermenî-fransî ê degmene- bi p’evgirêdanê t’arîxî, sîasîyê û medenyetîye dewr û zemana meh’kembûyî. J. Andrêasyanê morkirina bîrne’ma hevk’arîyêye navbera k’itêvxanê Ermenîstanê û Fransîayê û îdarê dinda ferzkirîye- bi k’ivþkirina, wekî ewê k’omekê bide paþwextîyê mîaserkirina berne’mê t’evayî.







