
Pêşnûmeya qanûnê ya “Derbarê Guhertin û Pêvekirina Qanûna Bacê ya Komara Ermenîstanê” li Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê bi 63 dengên erê di xwendina yekem de hat qebûlkirin.
1ê Gulanê, dema dawî ya radestkirina beyannameya baca dahatê, dê ji bo îsal û ya din were guhertin. Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku heta 1’ê Mijdarê muhlet bê diyarkirin.
Fraksiyona “Ermenistan” li dijî pêşnûmeyê deng da, fraksiyona “Şerefa min heye” jî bêalî man.
Her wiha di qanûnê de hatiye diyarkirin ku ji bo salên din dema pêşkêşkirina danezanan 1’ê Hezîranê; destûr nayê dayîn ku beriya 1’ê Adarê bên şandin.
Xwendina duyemîn a pêşnûmeya qanûnê dê di 22ê Nîsanê de li Meclisa Neteweyî bê kirin.







