
Ermenistan û Azerbaycan di derbarê qonaxên pêş ên xebata xêzkirina sînor de danûstandina raman û pêşniyaran didomînin.
Di bersiva pirsa “Armenpress”ê de, Cîgirê Serokwezîrê Ermenîstanê, Serokê Komîsyona Diyarkirina Sînorên Ermenistan û Azerbaycanê Mher Grigoryan ragihand.
-Xebatên diyarkirina sînor di kîjan qonaxê de ne? Li ser roja civîna bê ya Komîteyan lihevkirinek heye?
-Hîn lihevkirineke zelal derbarê roja civîna bê ya komîteyê de nîne. Alî bi awayekî aktîf danûstandina bîr û pêşniyaran li ser birêxistinkirina qonaxên bê yên karê sînordarkirinê berdewam dikin.







