
Ermenistan dê 102 milyon euro deyn ji Banka Navnetewî ya Avakirin û Pêşketinê bigire, ku dê ji sektora tenduristiyê re were şandin.
Pêşnûmeya erêkirina peymana krediyê ya “Pêkanîna Bernameya Vegirtina Tenduristiya Gerdûnî” ya di navbera Komara Ermenîstanê û Banka Navnetewî ya Avakirin û Pêşketinê de ji hêla Alîkara Wezîrê Tenduristiyê Lêna Nanûşyan ve di rûniştina mclîsa netewî da hatîe pêşkêş kirinê.
Peyman di 25ê Tîrmeha 2024an de hatibû îmzekirin.
Alîkara Wezîra Tenduristiyê Lêna Nanûşyan gotîe: “Peyman bi 102 milyon euroyî deyn dide Ermenîstanê. Armanca bernameyê ew e ku kalîte û sepandina lênihêrîna seretayî ya bijîjkî, zêdekirina karîgeriya lêçûnên tenduristiyê, kêmkirina astengiyên darayî yên ji bo gihîştina xizmetên tenduristiyê.”







