
Serokwezîr Nîkol Paşînyan Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Ewlehî û Hevkariya Ewropayê Fêrîdûn Sînîrlîoglûyê ku bi serdaneke herêmî li Ermenistanê ye qebûl kirîe.
Ev yek ji aliyê Ofîsa Serokwezîrê Ermenistanê ve hat ragihandin. Serokwezîr pêşwaziya serdana Sekreterê Giştî yê Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê kir û diyar kir ku ev serdana han derfeteke baş e ji bo gotûbêjkirina rojeva hevkariyên dualî. Nîkol Paşînyan bal kişand ser girîngiya diyaloga aktîf a bi Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê re û hêviya hevkariyeke bi bandor anîe ziman.
Ferîdûn Sînîrlîoglû diyar kir ku herêma Kafkasya Başûr ji bo Teşkîlata Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê xwedî girîngiyeke stratejîk e û ev rêxistin dê ji bo pêşdebirina rojeva aştiyê bidome. Sekreterê Giştî yê Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê li Ewropayê pêşwaziya hewlên di vî warî de ji bo dabînkirina aştî û aramiya navçê kirîe.
Li gorî çavkaniyê, di vê çarçoveyê de, di hevdîtinê de hêviya îmzekirina rêkeftina aştiyê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de di zûtirîn dem de hat ragihandin. Serokwezîr Paşînyan bal kişand ser helwestên Ermenîstanê yên di pêvajoya îmzakirina peymana aştiyê de û destnîşan kir ku rojeva aştiyê karê pêşîn yê hikûmeta Ermenistanê ye.
Ji aliyê xwe ve Ferîdûn Sînîrlîoglû diyar kir ku derfetên mezin ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê hene û gere ev derfet bên cîbicîkirinê.
Li ser pirsên ên ku berjewendiya hevdu ne, fikir hatin guheztinê.







