
Serokê NA Alên Sîmonyan îdiayên muxalefetê yên ku dibêjin Ermenistan tawîzên yekalî dide qebûl nake.
Gelek caran hatiye gotin ku hemû xal ji bo herdu aliyan derbasdar in. Weke mînak ger dibêje divê aliyê Ermenî kapîtûlê bike, ev tê wê maneyê ku divê aliyê Azerbaycanê jî kapîtûlê bike. “Mînakî, mêro, heya kengê hûn dikarin heman sohbeta bêwate dubare bikin?”
Alên Sîmonyan amaje bi wê yekê jî kir ku Azerbaycan dem bi dem pêvajoya muzakereyan binpê dike, Ermenistan jî bi dilsozî sozên xwe bi cih tîne, Alen Simonyan got: “Niha eger kesê din bi awayekî kevneşopî tiştekî xirab bike, gelo ev tê wê wateyê ku em jî tiştekî xirab bikin?”







