All NewsTop

Têkiliyên Ermenistan û Îranê li ser esasê berjewendiyên xwezayî ne. Serokwezîr pêşwaziya şandeke bi serokatiya Wezîrê Derve yê Îranê kir

Serokwezîr Nîkol Paşînyan pêşwaziya heyeteke di bin serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Ebas Arağçî de ku bi serdaneke fermî li Ermenistanê ye.

Serokwezîr bi xêrhatina serdana birêz Araghçî bo Ermenîstanê, hêviya serkeftinê di posta xwe ya nû de jê re xwest û di heman demê de spasiya wî kir ku di heyama berê de beşdarî pêşdebirina peywendiyên Ermenistan û Îranê bûye. Serokê Dewletê bal kişand ser wê yekê ku hevkariyên di navbera her du welatan de bi awayekî serkeftî pêşde diçin û yek ji pêşmercên girîng jî ew e ku aliyan bikarin baweriyê bi hev re pêk bînin. Nîkol Paşînyan bal kişand ser wê yekê ku peywendiyên navbera Ermenîstan û Îranê li ser esasê berjewendiyên xwezayî ne û ev yek ji bo pêşdeçûn û berfirehkirina peywendiyan bingehek girîng û garantî ye.

Seyîd Ebas Eraqçî bal kişand ser berdewamiya piştevaniya Îranê ji yekparçeyiya axa Ermenistanê û bal kişand ser girîngiya têkneçûna sînorên heyî li navçeyê.

Hevdîtinan li ser pêkanîna projeyên nû yên di navbera Ermenîstan û Îranê de di warê aborî de, di serî de binesazî û enerjiyê, sekinîn. Li ser girîngiya organîzekirina serdanên dualî yên di asta bilind de hat destnîşankirin.

Li ser îmzakirina peymana aştiyê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de û her wiha li ser mijarên din ên ku her du alî bûn, fikir hatin guheztin.

Serokwezîr Paşînyan bal kişand ser wê yekê ku Hikûmeta Ermenîstanê pêbend e ku rojeva aştiyê bi berdewamî pêk bîne. Hevdem wezîrê karên derve yê Îranê piştevaniya welatê xwe ji îmzakirina rêketinnama aşitiyê di navbera Ermenistanê û Azerbaycanê de nîşan da û got ku ev rêketin dê bibe alîkar bo dabînkirina aramiyê li navçê.

Serokwezîr Paşînyan xwest ku silavên xwe yên germ bigihîne Rêberê Bilind ê Înqilaba Îslamî Ayetullah Seyîd Elî Xamineyî û Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button