PoliticsTop

Qîmetê bêmeh’kemkirina h’al ser sînorê ermenî-adrbêcanî hila hê t’inene: hila hê p’evgöhastina e’lametîyaye

         Van h’ersê r’ojê xilazîyê wezaretê Ermenîstanê û Adrbêcanêye xwexweykirinê derheqa r’êjîma agirbestêye ser sînorda deh e’lametîya zêdetir kirine. Gotnê alîyê adrbêcanî,  wekî alîyê ermenî agirbestê dit’er’bîne û agirdike, ne kö t’enê serwêrtîya Ermenîstanêye xwexweykêirinê înk’arkirîye û înk’ardike, lê isa jî r’esaleta YA-ye nihêr’vanîyêye e’dilî, k’îjan bi dirêjaya sînor qerewiltîyê dike. H’etanîî vê gavê Adrbêcanê qe delîlek derheqa t’er’ibandina r’êjîma agirbestêda t’emsîlnekirîye. Ewqa wext isa jî fermandarîya serekwezîrê Ermenîstanê û  wezareta Adrbêcanêye K’D bi e’lametîya hatne p’evgöhastinê. Ermenîstanêda h’al hila hê nemeh’kem qîmetnakin, lêbelê li Bek’ûyê dikine bangî veger’e li deþta avakirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button