
K’omeke dêpûtatê Þêwirxana Avropayê serfinyaz xilazbûna hevr’axeverdanê dora têk’sta t’ivdîra hevr’aqayîlne’ma derheqa erêkirina e’dlayêye navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda û eleqetê navbera dewletadaye t’omerî silavkirîye. “H’ökömeta Ermenîstanê layîqî pesindayînêye- seva vê pêþdaçûyîna k’ivþ, k’îjanê pêþdanînê Adrbêcanêye derheqa dö miqalê safînebûyîye xilazîyêda, lê isa jî seva belakirina e’lametîya derheqa dîharkirina hazirîya lez qolkirina hevr’aqayîlne’mêda. Em bawerin, wekî serk’arîya Adrbiêcanê ij vê mecala t’arîxî wê k’êrêk’eve- t’erka miqabilîhevbûna dehesalîya bide û Qafqasîya Ce’nûbêye gölvedayî avake- bi qolkirin û birina hevr’qayîlne’ma e’dlayê sêrî”,- e’lkametîyêda hatîye gotinê.
Bin e’lameîtîyê Dêyvîd Mak’alîst’êrê sedrê encomana ÞA-ye eleqetê dereke, dêpûtatê þêwirxana Avropî, Sêrgêy Lagodînskîyê sedrê þandêye serecivata Êvranêst’êye þêwirxanê, Nîls Ûþakovsê sedrê þanda eleqetê t’ev Qafqasîya Ce’nûbê, dêpûtatê avroþêwirxanê, Marîam Lêk’smana gotarbêja bi pirsê Avroþêwirxanêye Ermenîstanêye miqîmî, dêpûtata avroþêwirxanê, Dên Barnayê gotarbêjê Avroþêwirxanêyî miqîmîyî bi pirsa Adrbêcanê, dêpûtatê Avroþêwirxanê bin e’lametîyê qolkirine.







