All NewsTop

Serokomarê Almanyayê cara ewil serdana Ermenistanê dike

Serokomarê Almanyayê Frank-Waltêr Ştaînmayêr dê ji 30ê Adarê heta 2ê Nîsana 2025an serdana Ermenistan û Azerbaycanê bike. Li gor daxuyaniya serokatiya Almanya, ev yekem serdana serokekî federal e bo herdu welatan.

Hat diyarkirin ku ew ê li Erîvanê bi Serokomarê Ermenîstanê Vahagn Xaçatûryan û Serokwezîr Nîkol Paşînyan re bicive. Ştaînmayêr jî dê serdana Navenda TUMOyê bike û beşdarî resepsiyona çandî bibe.

Ştaînmayêr di roja duyemîn a serdana xwe ya Ermenîstanê de dê wê here Dilîjanê û li wir bi jinên karsazên Ermenî re hevdîtin pêk bîne û li ser bernameya geşepêdana bajarî agahdar bibe. Di bernameyê de her wiha serdana Sêvan, dêra Ermeniyan û îstasyona pîvana hîdrometeorolojiyê jî heye.

Di serdana xwe ya Bakûyê de dê bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re jî bicive. Tê plankirin ku li ser tolerans û têgihîştina olan bi oldarên Xiristiyan, Misilman û Cihûyan re gotûbêjek li ser rewşa jinan li Azerbaycanê were kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button