All NewsTop

Ermeniyên etnîkî yên ku li Azerbeycanê bi awayekî keyfî hatine girtin, divê demildest bên berdan. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volkêr Tyurk di rûniştina 58. a Konseya Mafên Mirovan de bal kişand ser mijara girtiyên Ermenî yên li Azerbaycanê tên girtin û xwest demildest bên berdan.

Tyurk wiha got: “Ez hevdîtinên aştiyê yên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de berdewam dikin ji nêz ve dişopînim û hêvî dikim ku ev hevdîtinên aştiyê bi rê ve bibin.”

Wî da zanîn ku ew amade ne ku piştgirî bidin partiyan.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî got: “Hemû kesên ku li Azerbaycanê bi awayekî keyfî hatine binçavkirin, di nav de ermeniyên etnîkî, divê demildest werin berdan, û mafê darizandina adil bi tevahî were girtin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button