
Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Cenevreyê de roja 25ê Sibatê bi Wezîrê Derve yê Îzlandayê re civiya.
Di hevdîtinê de li ser perspektîfên berfirehkirina diyaloga siyasî ya dualî û hevkariya di navbera Ermenîstan û Îzlandayê de di form û platformên curbecur de hatin gotûbêjkirin. Serdanên muhtemel ên pêşerojê hatin gotûbêj kirin.
Ararat Mîrzoyan ji Wezîrê Karên Derve yê Îzlandayê re behsa xebatên ji bo kûrkirina hevkariyên Ermenistan û YEyê kir û bal kişand ser girîngiya pevguhertina ezmûna bi Îzlanda ku hevparê nêzîk ê Yekîtiya Ewropayê ye û xurtkirina kapasîteyên di warên taybet de.
Di hevdîtinê de geşedanên navneteweyî û herêmî hatin nirxandin. Herdu aliyan tekezî li ser giringiya rêzgirtin li rêgezên bingehîn ên yasayên navdewletî û hevkarîkirina li ser bingeha sîstemeke nirxî ya yekgirtî kirin. Wezîr Mîrzoyan her wiha rewşa ewlehiyê ya li Kafkasya Başûr û xebatên Ermenîstanê yên ji bo pêkanîna aştiyeke domdar jî pêşkêş kir.







