
Şanda Ermenîstanê berê bi berdewamî beşdarî konferansa Munxênê bûye û tekezî li ser giringiya vê platformê kiriye, ji ber ku li wir hizra leşkerî-siyasî û leşkerî-stratejîk a cîhanî pêk tê û tê de dewlet helwêstên xwe li ser rastiyên cihêreng ên cîhanî eşkere dikin.
Siyasetnas Hayk Sûkîasyan di hevpeyvînekê de ligel “Armenpress”ê, ev nêrîna xwe anî ziman û behsa konferansa ewlehiyê ya li Munxênê û beşdarbûna şanda Ermenistanê kirîe.
Bi gotina wî pisporê siyasî, dewleta hegemonîk a cîhanê, Amerîka helwêstên xwe yên zelal derbarê pirsên cîhanî de pêşkêş kirin, wek nimûne, YE bi hin pirsên tohmetbar kir û îzolebûna xwe ragihand, her çend ku bêguman bersiva Yekîtiya Ewropayê dê dereng nemîne. Sûkîasyan, di nav hêzên super de, axaftina Çînê ya di Konferansa Ewlekariyê ya Munxênê de bi awayekî pir bi edeb nirxand û destnîşan kir, ku eger DYA piçekî bi israr bike, dibe ku Yekîtiya Ewropayê berê xwe bide Çînê, ku di eslê xwe de di mentiqê ji nû ve teşekirina cîhanê de cih digire.
Sûkîasyan bi bîr xist ku di têkiliyên DYA-Ermenîstanê de cara yekem e ku aliyê Amerîkayê statuyeke wiha dide welatê me. Li gor wî, herçend qonaxa xewna peywendiyên dualî serdema Wîlsoniyan dihewîne jî, lê di dema hebûna komara yekem de jî, peywendiyên weha bi Amerîka re nehatine danîn, û her çend Serok Wilson bêguman her tişt di warê peywendiyên mirovî de kir, lê heman tişt ji bo hevkariya navdewletan derbas nabe.
Li gorî zanyarê siyasî, bernameyên siyaseta derve ya Ermenîstanê, “Xaçerêyên Aşitiyê” û fikra Ermenistanek rastîn, pir têkildar in.







