
Artak Zêynalyanê wek’îlê pêþdestîya endamtîya Ermenîstanêye li YA-ye bajar’vanîyê, wezîrê CE-yî e’daletêyî berê e’lamkairîye, wekî t’ivdîra qanûna derheqa destpêbûna pêvajoya endamtîya CE-ye li YA derheqa derk’etina ij YAAM-da nîne. “Ev t’ivdîra qanûnê destpêkirina întêgrasîabûna YA-va hinartîye, lê ne kö belakirin yan bêterefkirina YAAM-va. Vira pirsgirêka derk’etina idj YAAM, bir’îna p’evgirêdanaye t’ev YAAM t’ine. Em dicêr’biînin sûkê t’eze bivînin”,- ewî daye k’ivþê.
Artak Zêynalyan, bi t’emsîlkirina h’îmkirina, daye k’ivþê- endamtîya li YA serbestî û bêqezîabûna Ermenîstanê wê mezinke.
9-ê meha k’anûna paþin h’ökömetê begemî dabû vê t’ivdîrê. N. P’aþînyanê serekwezîr dabû k’ivþê, wekî ewê h’esavneve cembûna R’ewanêye xweber ÿlêva, çimkî ew pirs de’wa h’emdengdayînê dike. Ararat Mîrzoyanê wezîrê K’D sirîya xweda safîkirîye, wekî t’ivdîra qanûnê xweber pêþdestîya civakîye, k’îjanê qolê bi hejmara lazim berevkirye.







