
Derbarê vekirina deriyê sînorî yê navbera Ermenistan û Tirkiyê de niha ti geşedanek nîne. Wezareta Derve
Derbarê vekirina deriyê sînorî yê navbera Ermenistan û Tirkiyê de niha ti geşedanek nîne. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê Anî Badalyan li ser pirsa 1Lurer.am’ê wiha got:
Badalyan diyar kir ku di mijara vekirina xala kontrolê ya di navbera Ermenistan û Tirkiyeyê de niha tu geşedanek çênebûye, lê eger hebe emê we agahdar bikin.
Beriya niha agahî hatibûn belavkirin ku dê di 1ê Adarê de xala kontrolê ya Margara ya li ser sînorê Ermenistan-Tirkiyê were vekirin û noqteya kontrolê dê ji aliyê hêzên Ewlekariya Netewî ya Ermenistanê ve bê parastin.







