
Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan hûrgiliyên belgeya hevkariya stratejîk a di navbera Ermenistan û Amerîkayê da hat îmzekirin eşkere kir. Li gor rapora “Armenpress”ê, wezîr di civîna pirs û bersivan de li Meclisa Netewî desnîşan kir ku ev belge amaje bi başkirina peywendiyên dualî ji aliyê qalîte dike û gelek warên hevkariyê ji aborî heta ewlekarî, demokrasî û berevaniyê li xwe digire.
Ararat Mîrzoyan diyar kir ku ev belgeya hevkariya stratejîk asta têkiliyên Ermenî-Amerîkî bilind dike.
Û wî got jî ku bi vê belgeyê, Ermenîstan li “rizgarkaran” nagere û çaverê ye ku bi hewlên xwe pêgehên xwe xurt bike.
Mîrzoyan her wiha bal kişand ser nîgeraniyên ku ev belge bandoreke neyînî li têkiliyên bi Îran û Rûsyayê re bike.
Wezîr amaje kir ku giringiya belgeyê zêde nenirxînin û biçûk nekin û tekez kir ku ew tenê derfetek e ji bo kûrkirina peywendiyên Ermenistan û Amerîkayê, lê ne tifaqeke leşkerî ye.
Wezîr amaje bi paşxaneya belgeyê jî kir û diyar kir ku berê di navbera Ermenistan û Amerîkayê de formateke diyalogê ya stratejîk hebû û di asta komîteya pêwendîdar de bi rêkûpêk têkilî û xebat dihatin meşandin. Lê li gor Mîrzoyan pêwîstî bi bilindkirina peywendiyan bo asteke nû hebû.
Mîrzoyan destnîşan kir ku berjewendiyên Ermenîstanê di serî de ne.







