
Sal bi daxuyaniyên şerxwaz ên Serokomarê Azerbaycanê dest pê kir, mixabin ev daxuyanî ne tenê yên welatên cîran in, lewma herêma me di rewşeke teqîner de ye.
Siyasetnas Harûtyun Mkrtçyan di hevpeyvînekê de ligel “Armenpress”ê, ev nêrîna xwe diyar kir û amaje bi rewşa niha ya li Başûrê Kafkasya û pirsa domdariya destpêşxeriya “Xaçerêya Aştiyê” kir.
Bi gotina wî pisporê siyasî, niha îstiqrara me ya nisbî û nazik heye, ku dibe ku heya demekê berdewam bike.
Bi dîtina Mkrtçyan ji bo îmzekirina Peymana Aştiyê jî şert û mercên guncan hewce ne. Loma jî divê zexta navneteweyî li ser Azerbeycanê hebe. Li gor wî ti rêyeke din a Ermenîstanê nemaye ji bilî ku rojeva aştiyê bişopîne û her tiştî bike da ku kiryarên leşkerî yên ku Azerbaycanê xwestiye û amade kiriye li herêma me pêk neyên û Başûrê Kafkasya zêde nebe.
Mkrtçyan bal kişand ser bikêrhatina înîsiyatîfa “Xaçerêyên Aştiyê” û destnîşan kir ku astenga sereke ya li pêşiya pêkanîna wê Azerbaycan e. Aliyê ermenî di hevdîtinên navneteweyî de her tim vê destpêşxeriyê bi berfirehî pêşkêş dike, lê ji bo pêkanîna wê divê îradeya siyasî ya Azerbaycanê jî hebe.







