
Du parlementerên berê yên Alman ku bi tohmeta wergirtina bertîlê ji Azerbaycanê li hember pêşdebirina berjewendiyên Bakûyê di Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê de tên sûcdarkirin, derketin pêşberî dadgeha Munchenê.
Axêl Fîçêr û Edûard Lîntnêr tevlî plana bi navê “Şuûştina Azerbaycanê” bûn, ku di sala 2017an de ji hêla Navenda Lêkolîna Gendelî û Sûcên Rêxistinkirî ve hat eşkerekirin.
Bakû foneke veşartî ya bi nirxa 2.9 milyar dolarî bikar anî da ku elîta xwe ya desthilatdar dewlemend bike û bide siyasetmedarên Ewropî ji bo baştirkirina îmaja Azerbaycanê di nav rexneyên berbelav ên li ser rewşa mafên mirovan de.







